NAVENDA NÛÇEYAN
Komploya navneteweyî ya ku tê xwestin li ser şexsê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bê kirin, hêjayî xala werçerxê ya polîtîkayên dijminane yên ku li ser gelên Kurdistanê tê kirin e. Planên komployê yên ku dîroka wan digihêjin Îlona 1998an heta li Kenyayê girtina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan berdewam kirin.
Sazbûyîna komploya ku bi şirîkatîya hêzên navneteweyî yên emperyalîst hat meşandin, bi kurtahî bi vî awayî ye:
Di serî da, dema ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li Sûrîyê bû planên komployên hatibûn kirin. Gava ku ji fermandarên artêşa tirk ya mêtinkar Atîlla Ateş di 16 Îlonê da hat Reyhanlîya navçeya Hatayê û rejîma Sûrî tehdîd kir wê demê ev ji bo komployê bû destpêkek. Wê demê ev gefxwarin bi danezana civîna Lijneya Ewlehîya Neteweyî(MGK) derket holê. Di daxuyanîya fermî ya LENê da bi awayekî eşkere hatibû destnîşankirin ku, heger Sûrî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan nede wan, ew çax dê maytêkirina leşkerî dest pê bike. Di berdewamîya wê da jî ji hêla dewleta tirk ya mêtinkar ve li ser sînoran diraxegehên leşkerî dihatin amadekirin. Ligel vê, dihat zanîn ku di wan dîrokan da keştîcengên Amerîkayê li bendergeha Îskenderun a Hatayê hatine berbendîkirin. Ya rastî bi vî awayî şirîkên planên komployê jî êdî ji hev dihatin kifşê.
Armanca wan ew bû ku planên qutifandin û tunekirina gelê kurd bû. Amadehîyên ku dihatin kirin didan nîşan ku bi pêşengîya NATOyê biryareka bi vî awayî hatîye stendin. Rêberê Gelan Adullah Ocalanî yê ku vê tiştê fêm kiribû ji bo pêşîya şerekî herêmî bigire biryara ji Sûrî derketinê wergirtibû. Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di 9 Cotmeha 1998an da ji sûrî derket. Destûra ketina nav Yewnanîstanê, ya Rêberê Gelan Ocalanî yê ku bi vexwendina komek parlamenên parlamentoya Yewnanîstanê çûbû wir, nehat dayîn. Rêberê Gelan Ocalanî yê ku ji vir jî derbasî Rusyayê bibû, bi astengdarîyên hêzên navneteweyî ra rûbirû mabû. Êdî rehenda navneteweyî ya komployê bêhtir dihate kifşê. Rêberê Gelan Ocalanî piştî Rusya derbasî Îtalyayê bû. Lêbelê piştî sextîyên ku di serî da hêzên navneteweyî yên weku Amerîka, Îsraîl, Îngîlterêyê pêşengtîyê lê dikirin, Îtalyayê terikand.