Ciwanên YNK tevlîbûna xwe ji bo 2. Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn ragihand
NAVENDA NÛÇEYAN- Ciwanên partiya YNK bi daxuyaniyekê tevlîbûna xwe ji bo 2. Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn ragihand.
Rêveberiya Ciwanên YNK Hemin Abdola diyar kir ku ew beşdarbûna xwe ji bo Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn wek erekekî giring dibînin. Hemin got, Ciwanên YNK rola cawa di Konferansa yekemin ya ku li Amedê pêk hat lîst, wê bi heman şêweyî di vê Konferansê a li Bakurê Sûriyê jî bi erka xwe re rabîn. Hemin diyar kir ku Serkeftina vê Konferansê Serkeftina tevahî Ciwanên Rojhilata Navîn e. Hemin axaftina xwe bi ‘Ev Konferans wê yekîtiya Ciwanên Rojhilata Navîn pêk bine’ bi dawî kir.
2. Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn wê di 20’ê Sibata 2019’an li Bakurê Sûriyê bi tevlîbûna gelek tevgerên ciwanan ên li Rojhilata Navîn pêk were.