Di salvegera 40’emîn ya şoreşa gelên Îranê de, ku rejîma Îranê weke ‘Şoreşa Îslamî’ binav dike, ciwanên Kurd li Londonê çalakiyek dijî sîstema desthilatdariya Îranê lidarxistin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Duh ciwanên Kurd li ber derê balyozxaneya Îranê ya Londonê, çalakiyek li dijî sîstema desthilatdariya Îranê lidarxistin.
Ciwanan li ber derê balyozxaneya Îranê ya li Londonê alên PJAK û wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bilind kirin. Herwiha ciwanan wêneyên ciwanên ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatîn darvekirin jî bilind kirin. Çalakî bi dirûşmeyên li dijî sîstema desthilatdar ya Îranê bi dawî bû.