Hat zanîn ku li herêma bakurê navçeya Licê ya Amedê dewleta dagirker operasyona leşkerî daye destpêkirin.
AMED – Hat zanîn ku li herêma bakurê navçeya Licê ya Amedê saet ji 06.00’an ve operasyona eskerî hat destpêkirin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hat wergirtin operasyon li gundên Xosor, Zengesor, Hedik, Mezramixo û li gelek mezra û gundên din pêk tê.
Hat ragihandin serê sibê helîkoptêrên serê sibê ji Licê rabûn yekîneyên eskeran danî herêma opserasyonê.
Liv û tevgera eskerî li bejahiyê û hewayê dewam dike.