STENBOL- Li Çekmekoy a Stenbolê helîkoptereke ya leşkerî ya Tirk kete xwarê. Piştî bûyerê tîmên tenduristî û agirkujiyê sewqî herêmê hatin kirin. Li gorî agahiyê destpêkê 4 leşkerên dewleta Tirk a dagirker mirin.
Sedama ketina helîkopeterê nehat zelalkirin. Lê berê demekê jî di heman navçeyê helîkopterek leşkerî ketibû.