Polîsan li Meletiyê bi ser malan de girtin û 3 kes binçav kirin.
MELETÎ – Li Meleti’yê, polêsên dagirker bi malan de girtin û herî kêm 3 kes binçav kirin. Polîsan Endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Alî Gelgeç, Alî Gurbuz û Muslum ê paşnavê wî nehat zanîn ên binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Bajêr. Hat diyar kirin, dibe ku hejmara kesên bên binçavkirin zêdetir bibin.