Rêveberên HDP’ê Cemal Turhan, Eşref Tekîn û kesek ku navê nehat zanîn ji aliyê polêsên dagirker ve hate binçavkirin.
SÊRT- Zext û zilmên hilbijartina herêmî ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistan’ê ji aliyê dewleta dagirker û bloga faşîst a AKP-MHP’ê didome. Her wiha dek û dolapên wan û veşartina dek û dolapên jî didom e.
Îro serê sibê li bajarê Sêrtê 3 Rêveberên HDP’ê ku dek û dolapên hilbijêrên sexte ya AKP’ê derxistibûn holê hatin binçavkirin. Rêveberên HDP’ê Cemal Turhan, Eşref Tekîn û kesek ku navê nehat zanîn ji aliyê polêsên dagirker ve hate binçavkirin.
Hate ragihandin ku kesên ku hatine binçavkirin qeydên hilbijêrên sexte ya 12 hezar kesan ku AKP’3e kiribû derxistine holê. Kesên ku hatin binçavkirin birin Miduriyeta Emniyeta Sêrtê.