Meşa Dirêj a 6 rojan li Ewrûpa ku bi şiyara “Dem Hatiye Serî Hilde Komplo Parçe Bike Rêbertî Azad Bike“ di roja xwe ya sêyem de ji Bruchsaal’ê destpêkir.
BRUCHSAAL – Meşa dirêj a ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve bi şiyara “Dem Hatiye Serî Hilde Komplo Parçe Bike Rêbertî Azad Bike“ ve ji Mannheîm’ê hat destpêkirin îro bi coş û moralek mezin di roja xwe sêyem de ji Bruchsaal’ê destpêkir.
Îro wê ciwan ji bajarê Bruchsaal’ê heya Karslruhe’yê 21 kîlometre bimeşin.
Li ser navê Komîteya Meşê Alî Mahsûn axîvî û got: “Dema meş berdewam dikir faşîsteke Tirk bi kuçîkên xwe hat nêzê meşê bû xwest meş provake bike. Li dijî vê Polêsên Alman bêdeng man. Li dijî vê em wek ciwan bêdeng neman û mudaxaleya pêwîst pêkanî.
Li dijî hemû zext û provakasyonan jî em bibiryardarî meşa xwe didomînin. Daxwaza hevalên me yên ku çalakiyên ku leyla Guven pêşengî kir di heman demê de daxwaza me ye. Em ê bibin dengên wan.
Heya tecrîd were şikandin û Rêberê me azad bibe wê çalakiyên me bidomin. Em wek ciwanên Kurdistanê di vê pêvejoyê de di ferqa rol û mîsyona xwe de nin. Tecrîda ku li ser Rêberê me tê meşandin di heman demê de tecrîda li ser hemû gel, jin û ciwanan e. Di vê binyadê de pêwîste hemû ciwan di qadê ku di tê de ne veguherîne qada serhildanê. Me peyama hevalên me yên li Strasbourgê di çalakiyê de ne girt. Bi morala vê peyamê em meşa xwe berdewam dikin. Em hemû hevalên xwe yên di berxwedana greva birçîbûnê de ne silav dikin. ”
Meş îro piştê meşa 21 kilometreyan li Karslruhê navber bide. Sibê di cihê mayin berdewam bike û heya 16’ê Sibatê berdewam bike. Di 16’ê Sibatê de li Strasbourg’ê bi hatine komên milê Luxembourg û Basel’ê bi mîtînga protestoyê ku gelek kes tevlî bibe pêk were.