Ji dawiya DAÎŞ’ê re tenê 1 km çargoşe ma!

Ji aliyekî din ve jî, yek ji fermandarên QSD`ê ku qonaxa Şerê Tinekirina Terorê birêve dibe, Ednan Efrîn ji ANHA re axîvî teqez kir ku çeteyên DAIŞ`ê niha tenê di 1 km çargoş de mane û ew niha di dorpêç de ne.

DÊRAZOR- Li eniya Baxozê ku cihê herî dawî yê DAIŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, şerên giran rû didin.

Îro piştî nîvro hejmareke mezin ji sivîlan gihîştin herêmên rizgarkirî. Nûçegihanên me anîn ziman ku şerên giran di van kêliyan de di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ`ê de li Baxozê rû didin.

Ji aliyekî din ve jî, yek ji fermandarên QSD`ê ku qonaxa Şerê Tinekirina Terorê birêve dibe, Ednan Efrîn ji ANHA re axîvî teqez kir ku çeteyên DAIŞ`ê niha tenê di 1 km çargoş de mane û ew niha di dorpêç de ne.

Efrîn  anî ziman ku ev cihê ku niha di destê DAIŞ`ê de mayî, li wir tenê çete û malbatên wan hene û sivîl li wir neman.

Nivîsa Pêş