Meşên şermezarkirina komploya navneteweyî didomin. Enternasyonalîstên ku ji Luksembûrgê dest bi meşê kirin, di roja duyemîn de bi qîrîna dirûşm û sirûdan dimeşin.
GUENANGE – Meşvanên Luksembûrgê ku doh êvarê gihîştin bajarokê Genange yê Fransayê, şeva xwe li wir derbas kirin. Meşvanên Luksembûrgê bi temamî ji ciwanên ji neteweyên cuda pêk tên.
Nêzî 100 enternasyonalîstan îro saet 10:30’î dest bi roja duyemîn a meşa kirin û bi pankarta ji wêneyên Ocalan, berxwedêrên greva birçîbûnê yên li Strasboûrgê û Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven dimeşin.
Meşvan dirûşmên “Azadî ji Ocalan re”, “Leyla Guven em in” û “Ji Kurdistanê re çareseriya polîtîk” diqîrin. Li her gund û bajarokên jê derbas dibin qala armanca meşa xwe dikin. Li ser rewşa Leyla Guven belavokan belav dikin.
Rêgeha meşê li trafîkê hatiye girtin û ji bo rewşeke neyînî neqewime tedbîrên tund ên ewlekariyê hatine girtin.
Meşvan wê îro 15 kîlometreyan bimeşin û tê payin ku li cihê bêhnvedanê wekîlên Fransayî û hêzên sosyalîst serdana wan bikin.