Em KCKD-E bang li gelê Kurd dikin ku li dijî pêkanînên faşîzan e yên dewleta Elman dakevin kolanan.
NAVENDA NÛÇEYAN- KCDK-E ya ku girtina MÎR Muzîk û Weşanxaneya Mezopotamya ya li ser fermana Wezîrê Karê Hundir ê Elman û piştre êrîşa polîsên Elman a li ser meşvanên Meşa Dirêj a ji Mannheîmê heta Strasobûrê şermezar kir, di serî de bang li Kurdistaniyên li Elmanya û hemû Ewropayê kir ku li dijî helwestên faşîzan ên dewleta Elmanya dakevin qadan kir.
KCDK-E ya daxuyaniyek nivîskî da got: “Îro saetên sibê li ser fermana Wezîrê Karê Hundir ê Elmanyayê polîsan bi ser avahiya MÎR Muzîk û Weşanxaneya Mezopotamyayê de girtin û dewleta Elman piştre ev her du saziyên Kurd girtin. Piştre jî polîsên Elman êrîş bire ser meşvanên Meşa Dirêj a ev 3 roj in ji Mannehîmê ber bi Strasobûrgê ve ketine meşê kirin. Dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ kirin hincet û xwestin asteng bikin. Dorpêç dewam dike û gelek kes hatine destgîrkirin.
Em KCKD-E bang li gelê Kurd dikin ku li dijî pêkanînên faşîzan e yên dewleta Elman dakevin kolanan. Bi taybet ev êrîşên dewleta Elman ku di demekê de grevên birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîda li ser Rêbertî belav bûyî de dide nîşandan ku bi dewleta Tirk re heman politîkayan dimeşîne.
Hikûmeta Elman li dijî daxwazên demokratîk ên gelê Kurd weke hikûmeta Tirk bi faşîzane êrîş dike. Îro girtina saziya çandê û nêzîkatiya li dijî meşa ciwanan bi vekirî vêya nîşan dide. Em KCDK-E daxwaz ji dewleta Elman dikin ku dev ji vê helwesta xwe berde. Em daxwaz ji Kurdistaniyên Elmanya û Ewropayê dikin ku li dijî van pêkanînên faşîzan e yên dewleta Elman dakevin kolanan.”