Meşa dirêj a li dijî tecrîda giran û komploya nawdewletî a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li Kobanê roja xwe ya yekem dawî kir. Ciwanên Şoreşger li dijî tecrîd û komployê hestên xwe anîn ziman.
KOBANÊ- Meşa Dirêj a Ciwanên Bakurê Suriye û Rojava’yê Kurdistanê li dijî komploya li ser Rêberê Gelan bi şiyara “Ji bo tecrîdê bişkîne, faşizmî biruxîne, Rêbertî azad bike, Serî Hilde!” ve destpêkiribû roja xwe ya yekem li gundê Mîl a Kobanê dawî kir.
Ciwanên ku tevlî meşa dirêj b3un hestên xwe yên li dijî tecrîd û komployê ji ajansa me re anîn ziman.
Jina Ciwan ên bi navê Rodîn Bozan got ku; “Ez ji herêma Cîzîrê hatime vê meşê û me dest bi meşa kir. Armanca meşa me li dijî tecrîd û komploya li ser Rêber Apo ye. Meşa me wê se rojan berdewam bike. Rêbertî berxwedanek mezin nîşan dide. Em bi rihekî germ berxwedaniya Rêberê xwe silav dikin. Her wiha silavên xwe ji hemû berxwêderên çalakiya greva birçîbûnê re dikin.”
Jina Ciwan Eyşe Muhemmed jî hestên xwe parve kir û got; “Em ji bo Rêberê xwe dest bi vê meşê kirine. Em ti carî dawiya çalakiyên xwe naynin. Heta nuqteyek dawî xwîn di canê me de hebe em wek ciwan rojê ji neyar re reş bikin. Li ser vê bingehê komploya 15 Sibatê ya li ser Rêber Apo lanet dikin.”