Komititeya Tertîp a Meşa Dirêj da xuyakirin ku wê meşa wan îro serê sibê li Karslruhe wê berdewam bike.
KARSLRUHE- Meşa dirêj a ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve bi şiyara “Dem Hatiye Serî Hilde Komplo Parçe Bike Rêbertî Azad Bike“ ve ji Mannheîm’ê hat destpêkirin duh li Karslruhe’yê ji nişka ve rastê astenkirina polêsên dewleta Elmanya hatibû. Polêsên Elman êrîş li ciwanan kiribû û gelek ciwan binçav kiribû.
Komititeya Tertîp’ê da xuyakirin ku wê meşa wan îro serê sibê li Karslruhe wê berdewam bike. Her wiha bang li Kurdên wê herêmê hat kirin ku werin meşê vergerînin meşa girseyî.