Ciwanên Bakurê Suriye û Rojava li dijî êrîşên dewleta Elmanya a li ser meşa dirêj a Mannheîmê daxuyaniyek dan.
KOBANÊ- Ciwanên Bakurê Suriye û Rojava li dijî êrîşên dewleta Elmanya a li ser meşa dirêj a Mannheîmê daxuyaniyek dan. Ciwanan anî ziman ku ew ê her tim li dijî êrîşan têbikoşin.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em ji meşa xwe ya li dijî tecrîd û komploya li ser Rêberê me berdewam dikin. Duh me agahiyek girt ku polêsên Elmanya êrîşa meşa ciwanan a ji Mannheîm’ê destpêkir kiriye. Em vê êrîşa Elman a li ser meşa ciwanan qebul nakin. Û em diyar dikin ku heya dawî li dijî van êrîşan berxwe bidin û têbikoşin. ”