Hate ragihandin ku hevseroka KCD’ê Leyla Guven rewşa wê giran bûye û rakirine nexweşxane yê.
AMED- Hate ragihandin ku hevseroka KCD’ê Leyla Guven reşa wê giran bûye û rakirine nexweşxane yê.
Endamên Delegasyona Aştiyê ya Navneteweyî bi armanca Hevseroka KCD’e Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 98 rojin di grevê de ye ziyaret bikin hatin Amedê û Guven li mala wê ziyaret kirin.
Pişti heyetê Guven ziyaret kir, dema heyetê li baxçeyê sîteyê daxuyanî didan Guven ji ser xwe çû. Yekîneyên Tenduristiyê diyar kirin ku ser sînga wê giran bû û Guven rakirin nexweşxaneyek taybet.