Bi armanca protestokirina Komloya Navnetewî ya 15’ê Sibatê meşa dirêj a ji bajarê Yewnanistan Lavrîoyê hatibû destpê kirin, rojek li pey xwe hişt.
MARKOPLO- Bi armanca protestokirina Komloya Navnetewî ya 15’ê Sibatê meşa dirêj a ji bajarê Yewnanistan Lavrîoyê hatibû destpê kirin, rojek li pey xwe hişt.
Li bajarê Yewnanistan Lavrîoyê bi armanca protestokirina Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibata 1999’an a li dijî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan meşa dirêj hatibû destpê kirin. Roja yekemîn a meşa ciwanan li Markopolo bi dawî bû.
Ciwanan bi coşeke mezin û dibin marşên şoreşgerî de dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî berxwedana zindanan’ û ‘Bê Serok jiyan na be’ bi zimanê Yewnanî berz kirin.
Ciwanan bê navber dirûşmeya ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ berz kirin û piştgirî dan berxwedana dîrokî.
Çalakgeran xwedî li daxwazên berxwedêrên greva birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven derketin û banga ketina tevgerê li saziyên navnetewî kirin.
Ciwanan ji bo piştgirîdayîn û gelê Yewnan agahdar bikin belavok belav kirin.
Meşa ciwanan wê 3 rojan bidome û sibê wê ji Markopolo ber bi paytexta Yewnanîstan Atînayê ve bimeşin.