Maçên Turnoveya Ciwanan a bi navê Şehîdên Dêrezorê berdewam dike.
DÊREZORÊ- Di çarçoveya pêngava Serî Hilde ya ku ciwanan dane destpêkirin de li Dêrezorê berdewam dike. Duh jî tîma Bisêra ê ku diçe rêzê yekem û Tîma El Hewayic ê ku di asta çaremîn de bi maçek hatin beramberî hev. Di encama maçê de herdu taxim bi wekhevî 2-2 maçê xwe bi dawî kirin.
Di maçê de ciwanan bi kêfxweşî û bi exlaqên werzîşê nîşan dan.
Piştî konferansa yekemîn ya Yekîtiya Werzîşê yê ku li Dêrezorê pêkhat ve biryar hatibû dayîn ku di rojên pêş de wekî bi dawî kirina turnovayê ewê maçên Kernfevalî pêk bînin. Her wiha xeletkirina tîma bi serketî û xelatkirina hemû tîmên ku beşdarî turnovayê bûne pêk were.