Berxwedanên grevên birçîbûnê bi tevahî biryardariya xwe didome. Ruxmê giranbûna rewşa tendûristiya çalakvanan tenê xwestekek heye ew jî rakirina tecrîdê a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan e.
NAVENDA NÛÇEYAN- Berxwedana greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven de dest pê kiriye li Amed, Hewler, Firansa, Galler, Viyana, Hollanda, Mexmûr, Şengalê, Silêmaniyê didome. Guven, bi armanca tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe di 8’ê mijdarê de ketibû grevê û 99 rojin di grevê de ye.
Çalakiya Endamê HDP’ê Nasir Yagiz a li Hewlerê bi heman daxwazê dest pê kiriye jî di roja 86’emîn de berdewam dike.
Çalakiya grevê ya 14 çalakgerên li Strasbaurg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî di roja 60’emîn de, çalakiya koma ewil ku di 16’ê kanûnê de li girtîgehan dest pê kir di roja 61’emîn de berdewam dike.
Niha li Girtîgehan zêdetirî 300 girtiyên siyasî di greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger de ne.