Li Amed’ê îro serê sibê polêsên dewleta dagirker a Tirk bi avêtina li ser malan ve gelek welatî binçavkirin. Di serdegirtinan de herî kêm 6 kes hate binçavkirin.
AMED- Li Amed’ê îro serê sibê polêsên dewleta dagirker a Tirk bi avêtina li ser malan ve gelek welatî binçavkirin. Di serdegirtinan de herî kêm 6 kes hate binçavkirin. Di serdegirtinan de deriyê mala welatiyan hate şikandin, hindura malê hat belavkirin û lêgerîna hûrûkur hate kirin.
Welatiyên hatine binçavkirin Vesîle Uzan Alîşan, Halîme Uzan Alîşan, endama Meclîsa Yenîşehîrê Turkan Afşîn Uzan, Mesut Yildiz, endamê Meclîsê Ciwanan a Peyasê Muhsin Acar û Yusuf Gûndûz birin midûriyeta emnîyetê.