Li paytexta Yewnanîstan a Atîna’yê li bajaroka Lavrîonê di pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û de bi şiyara “Êdî Dem Hatiye, Serî Hilde, Tecrîdê Bişkîne, Faşîmê Hilweşîne, Rêber Apo Azad Bike!” meşa dirêj a 3 rojan di roja xwe ya duyem de didome.
ATÎNA- Li paytexta Yewnanîstan a Atîna’yê li bajaroka Lavrîonê di pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û de bi şiyara “Êdî Dem Hatiye, Serî Hilde, Tecrîdê Bişkîne, Faşîmê Hilweşîne, Rêber Apo Azad Bike!” meşa dirêj a 3 rojan di roja xwe ya duyem de didome. Ciwanan di rêyên dimeşin de ji gel re belavok belav dikin û gel di derheqa tecrîdê de agahdar dikin.
Her wiha ciwanan duh êvarê di cihê molayê de jî bi berxwêderên Strasbourgê ve bi riya dîmenê axivîn. Berxwêderên Strasbourgê gotin ku meşa Ciwanan ji wan re moralek mezin dide.
Meşa 3 rojan îro jî berdewam bike û ber bi qada Syntgma ya Atîna ve bidome. Ciwanan wê sibê li qada Syntgma bi çalakiya dawî meşa xwe dawî bikin.