Mala Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi hêceta dê sibê li ber malê çalakî bê lidarxistin ji aliyê polîsan bi bariyeran hat dorpêçkirin.
AMED – Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di roja 99’emîn didome. Bi boneya xwedîderketina Guven dê HDP’ê sibê bi dirûşma “Di Roja 100’emîn De Ber Bi Leylayê Ve, Em Tecrîdê Bişkênin” li ber mala Guven a li taxa Bagcilara navçeya Rezana Amedê çalakî li dar bixe. Ji 15 bajaran ev du roj e ber bi Amedê ve meş tên lidarxistin. Astengiyên li pêşiya meşan didomin.
Meşên ji Colemêrg, Wan, Qers, Îdir, Bedlîs, Agirî, Mûş, Şirnex, Mêrdîn, Sêrt, Êlih, Dersim, Çewlig, Dîlok û Rihayê ve hatin destpêkirin, dê sibê saet di 12.00’an de li ber mala Guven bi daxuyaniyek çapemeniyê bi dawî bibe.
Li gelek bajaran Parlamenterên HDP’ê yên ber bi Amedê ve dest bi meşê kirin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin û hin parlamenter hatin derbkirin. Ji ber daxuyanî ango çalakiya li ber mala Guven bê lidarxistin, polîsan bi bariyeran kolanên derdora mala Guven dorpêç kir. Sîteya malê jî bi bariyeran hat girtin.