Çalekiya gireva birçîbûnê ya ku ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li Mexmûr hatî destpêkirin, di roja xwe ya 61’an de berdewam dike. Xwendevanên zanîngehê bi awayek girseyî serdana çalekvanan kirin û piştgiriya xwe anîn ziman.
NAVENDA NÛÇEYAN- Çalakiya greva birçîbunê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di 16’ê Kanûna 2018’an d li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatî destpêkirin di roja 61’an de berdewam dike. Piştgirî serdanên ji bo çalakvana berdewam dikin. Bi vê boneyê komek ji xwendevanên zanîngehê serdana çalakvanan kirin û piştgiriya xwe anîn ziman.
Li ser navê xwendevanên zanîngehê Mahsum Benek axivî û got: “Em weke xwendevanên zanîngehê, wek pêkhatiyek ji Yekîtiya Xwendevanên Azad berxwedana we ya serdemê ya li dijî tecrîda girankirî ya li hemberî Rêber Apo, ji dil û can bi hemû hestên Welatparêzî, Ciwantî, û şoreşgerî silav dikîn. Bi rastî jî di demek wiha de berxwedan û pêşengtiya we ya demê, di dîrokê de bi tiliyan tên jimartin.”
Benek herî dawî wiha got: “Emê wek xwendevan, wek Ciwanên Wargehê vê berxwedanê vê pêşengtiya we ya tekoşînê, ku tekoşînek bi wate tejî îdolojî, bi aqilane û hemû hestên şoreşgerî di nava xwe de digre ji bo me şanaziyeke ku em stuyê xwe li ber vê berxwedana we bitewînîn. Dîsan em dubare vê berxwedana we ji dil û can silav dikin û pîroz dikîn.”
Her wiha li ser navê koma 21’emîn Ferhat Turgrut axivî û wiha got: “Bi rastî jî em di pêvajoyek wisa girîng û hesas de derbazdibîn berxwedana ku ev 20 salin li Îmralî tê meşandin, bi vê ve girankirina tecrîd û girankirina sîstema dagirker ya dewleta Tirk li Îmralî dide meşandin. Her wiha berxwedana ku îro li zindanan tên meşandin jî bi pêşengiya Leyla Guven hatî dest pêkirin bi vê ve girêdayî ev berxwedan belavî tevahî cîhanê buye.”