Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Efrînê li dijî Komploya 15’ê Sibatê bi meşeke bi meşaleyan li dar xistin.
EFRÎN- Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê a Herêma Efrînê meşek bi meşaleyan orgenîze kir. Bi sedan Ciwanên Tevgerê û Yekîtiya Jinên Ciwan tevlî meşê bûn.
Meş ji navenda navçeya Ehrezê ya Kantona Şehbayê destpê kir. Meşvanan wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û alên tevgerê hildan. Ciwanan kurtenavê Ocalan (Apo) bi agirê nivîsandin.
Ciwan di nav kolanên sereke yên navenda navçeya Ehrezê meşiyan. Her wiha Ciwanan sloganên azadiya Ocalan, şermezarkirina Komployê û silavkirina berxwedana wî berz kirin.
Meş li ber Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê rawestiya û veguherî mitîngê. Mitîng bi deqeyek rêzgirtin destpê kir.
Piştre endama Tevgera Ciwanên Ereb a Demokratîk Îsraa Ibrahîm û endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Tolhildan Zerdeşt axivîn û tecrîda ku li ser Ocalan hatiye ferzkirin şermezar kirin.
Di axaftinan de hate gotin ku komplogeran armanc dikirin ku fikra demokratîk û jiyana hevpar a ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan xwest di nav civakê de belav bike, têk bibin. Axaftvanan soza şopandina rêya şehîdên ku ji bo azadiya gel canê xwe fedekirine û bi fikra Ocalan hatin girêdan û li erdê pêk anîn, dan.
Mitîng bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi dawî bû.