NAVENDA NÛÇEYAN
Komploya li hember Serok APO pêk hat biqedeme qedeme dihat meşandin. Hêzên komploker ê 6 Gulan 1998’an de xwestin tune kirina Serokatî ve encam bigirin, bi vê êrîşê de serneketin 9 cotmeh 1998’an de Serokatî ji Sûriyê derxistin. Serokatî ji Sûriyê derbasî Atînayê bibû. Li Atînayê nehat qebûl kirin “Yekser” derketin jê ferz kirin. Serokatî heman rojê ji Atînayê derbasî Moskovayê bibû. 4 Mijdar 1998’an de her çiqas destûra rûniştinê li Dumayê girtibû jî Rûsyayê stûyê xwe li hember zordarî ya ABD û NATO’yê tewand û ji welat derketin jê ferz dikir. Gelê Kurd di dîroka cihanê de rastî komployeke navdewletî ya bêhempa dihatin. 12 Mijdar 1998’an de bi mecbûrî ji Moskovayê derket û çû paytexta Îtalyayê Romayê. Dema Serokatî li Romayê peya bû tê girtin û derxistibûn li hember dadgehê. Dema Serokatî li Romayê bû Tirkiye û NATO’yê ji bo Serokatî îade bikin hikûmeta Îtalyayê tengav kirin. Bi hênceta “Îhtîmala revandinê” avahiyê ku Serokatî li Romayê tê de ma di bin dorpêçî û tecrîta polêsan de bû. Îtalya jî wek dewletên din derketin li Serokatî ferz dikir. Du meh piştî hatina Romayê 16 Çile 1999’an de li ser bangewaziya Rûsyayê Serokatî dîsa zivirî Moskovayê. Lê Rûsyayê li hember Serokatî Îtalyayê bêtir tecrîtek kepaze pêk anî. Serokatî di odeyekî de digirtin û wek rehîne nêzîk bûn. 20 Çile 1999’an de bi zordarî balafirek kargoyê siwar kirin birin paytexta Tacîkîstanê Bîşkekê. Serokatî 8 roja li Bîşkekê ma û destûr nedan li derve re têkiliya wî çê be, tecrît pêk anîn. 28 Çile 1999’an de dîsa vehanîn Moskovayê. Rayedarê Rûs bi gef û şantaja çûyîna Şamê lê ferz dikirin û digotin heger tu neçî emê te teslîmî Tirkiyê bikin. Piştî bi ketina têkiliyek Atînayê dîsa 29 Çile 1999’an de dîsa ji Lenîngradê zivirî Atînayê. Ji Atînayê çû Mînskê û Mînskê dîsa Atînayê, Atînayê çû girava Korfuyê, Ji girava Korfuyê î wek êsîrekî bi zordarî revandin birin paytexta Kenyayê Nairobiyê. 15 Sibat 1999’an de li balafirgeha Nairobiyê bi zordarî balafirekî siwar kirin û bi komplo û hîlebaziyê di cihanê de bêhempa teslîmî Tirkiyê kirin. Gelê Kurd dema ev komploya dij mirovahiyê ku Serokatî jiyan kir bihîst bû wek dînamîtê amadeyê teqandinê û li hember ve defika ku cihan têde ye ji bo hêrsa xwe birijîne derkete qada. Rêhevalên afirînerê tola dîrokî Serokatî li hember vê qirêjahiya reş a dîrokî sonda tolê xwarin di dilê dewleta Tirk de cih û demê qet bawernedikir de dibûn pratîk. Şopdarê Zîlanan û Halîl Oralan piştî vê komployê çalakiyê hêj radîkal û girîngtir pêkanîn.
Serpîl POLAT, şervana MLSBP ye û di 17’ê Sibata 1999’an de li girtîgeha Sakaryayê canê xwe da ber agir û şehîd ket.
Nezahat BARACI (Şehristan BOTAN), di 20’ê Adara 1999’an de canê xwe da ber agir û şehîd ket.
Hukmîye SEYHAN (Ruken BÊRÎTAN), di meha Kanuna 1999an de li Rusyayê canê xwe da ber agir û şehîd ket.
Mahmut YENER, di 8’ê Tirmeha 2000’an de li Amedê canê xwe da ber agir û şehîd ket.
Nesrîn TEKE, di 9’ê Tirmeha 2000’an de li Amedê canê xwe da ber agir û şehîd ket.
Esen ASLAN, di 3’ê Tebaxa 2000’an de canê xwe da ber agir û şehîd ket.
Serdar ARI, di 25’ê Cotmeha 2005’an de li girtîgeha Îzmîrê canê xwe da ber agir û şehîd ket.
Viyan SORAN, endama Meclîsa Leşkerî ya HPG û YJA-STARê bû û di 1ê Sibata 2006’an de li Qada Parastina Medyayê herêma Heftanînê canê xwe da ber agir û şehîd ket.
Veysî KAYA, di 28’ê Sibata 2006’an de li Edenê canê xwe da ber agir û şehîd ket.
Elefteria FORTULAKÎ, jina Yewnan Elefteria, di 24’ê Adara 2006’an de li Atînayê canê xwe da ber agir û şehîd ket.
Muslum Dogan, di 15’ê Sibata 2010’an de canê xwe da ber agir û şehîd ket.
Mustafa Malçok, di 15’ê Sibata 2011’an de li Amedê canê xwe da ber agir û şehîd ket.
Evrîm DEMÎR, di 14’ê Tirmeha 2011’an de Evrîm DEMÎR a 18 salî, li navçeya Mûş Kopê canê xwe da ber agir û şehîd ket.
Hadîka DOGRU (Hêvîdar SERHED), şervana YPJ’ê Hêvîdar, di 15’ê Sibata 2016an de li Kobanê canê xwe agir û şehîd ket.
Umît ACAR, di 27’ê Îlona 2018an de li Almanya’yê canê xwe da ber agir û şehîd ket.
Sedema giyana ku ji rêheval Zîlan heyanî rêheval Umît Acar li derdora Rêbertî bûne dîwarek ji agir, dilsoziya gelê Kurd e. Li hemberî tecrîda giran a li ser Rêber APO, gelek caran li zindanan grevên birçîbûnê û rojiya mirinê hatin kirin. Berxwedan encam girtin û gel û Rêber APO ketin têkiliyê. Di 12’ê Îlona 2012’an de jî li zindanên Kurdistan û Tirkiyeyê grevên birçîbûnê hatin destpêkirin û 68 roj şûnde, di 18’ê Mijdara 2012’an de bi bangawaziya Rêber APO çalakî hatin rawestandin. Grevên birçîbûnê ku li hemberî tecrîda giran bi pêşengiya Leyla Guven re dest pê kir, berdewamiya vê kevneşopî û vê giyanê ye. Deynê me de ku em xwedî li van çalakiyan derkevin û peywirên xwe bi cih bînin.
Qomploya 1’5ê Sibatê ku li hemberî vîna gelê Kurd ji aliyê dewletên navneteweyî ve hat bi pêş xistin, ez nalet dikim. Şehîdên “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin“ ku li hemberî qomployan layîqê rêvaltiya Rêbertî bûnê û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî û bi dilsoziyê bibîrtînim.
Pîrdogan Serhed