Komeleya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê danxuyakirin ku komploya navdewletî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi dawî ne hatiye û hate gotin ku komplo ancax bi azadiya Ocalan were pûç kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Bi boneya 20. salvegera komploya navdewletî ya 15’ê Sibata 1999’an a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan pêkhatî, Komeleya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî dan û komployê şermezarkirin.
Di daxuyaniya Ciwanên Welatparêz de wiha hate gotin: “Wekî ciwanên welatparêz ji roja destpêkê ya komployê heya niha em li dijî komployê xwedî helwestin û emê heya azadkirina Rêber Ocalan jî çalakiyên xwe berdewam bikin. Rêber Apo ev 20 salin li dijî dewleta Tirk berxwedanek dîrokî dide. Ji bo çareserkirina pirsgirêka gelê Kurdistan û mirovahiyê jî rêya çareserî û azadiyê nîşan dide.”
Di dewama daxuyaniyê de komplo hat şermezarkirin û wiha hat gotin: “Bi berxwedana Rêber Apo, berxwedana gelê me û tevgera me ev komplo vala hat derxistin. Lê hîna komplo û pilanên qirêj yên dijminan li ser gelê me berdewam dike. Vala derxistina van pilan û komployên li ser Kurdistan û gelê me ancak bi azadkirina Rêber Apo wê were bidawîkirin. Ji ber ku azadiya Rêber Apo, azadiya gelê Kurdistan û gelên herêmê ye.”
Di dawiya daxuyaniya Komeleya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê de hat gotin: “Emê li derdora Ocalan bibin topek ji agir. Berxwedana Leyla Guven û hevalên wê ya ji bo şikandina tecrîdê, despêkeke ji bo azadiya Rêber Apo.”