Fermandariya YRK’ê li dijî komploya navndewletî daxuyaniyek da û diyar kir ku 15’ê Sibatê roja sûcê li dijî mirovahiyê ye.
NAVENDA NÛÇEYAN- Fermandariya Biryargeha Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) bi boneya 20’emîn salvegera komploya navnetewî ya 15’ê Sibat ku li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk hatibû, daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Komploya 15’ê Sibatê roja sucê li dijî mirovahiyê ye.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku ev 20 salin tecrîdek girankirî li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan heye, lê Ocalan li dijî komployê berxwedanek mezin nîşan daye û wiha hat domandin: “Rêber Apo jiyanek azad û yeksan li Kurdistanek azad û fikra neteweya demokratîk pêş xist. Her wiha ji bo Rojhilata Navîn û cîhanê jî fikra modernîteya demokratîk û sîstema konfederalîzma demokratîk pêş xist. Rêber Apo ji bo gelê Kurd, hemû gelên bindest, Rojhilata Navîn û tevayî mirovatiyê zehmetiyek pir mezin kêşaye. Hertim fikra xwe û dîtinên xwe bi têkoşînek mezin dinava civakê de belav dike.”
Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li dijî komployê bi sedan mirovên azadîxwaz bi dirûşmeya “Kesek nikare roja me tarî bike” li dora Ocalan bûne xelekek ji agir û hat gotin: “Em soz didin ku emê di rêya wan têkoşeran de têkoşînê bilindtir bikin.”
Di daxuyaniyê de têkildarî çalakiyên grevên birçîbûnê yên li dijî komplo û tecrîdê jî wiha hat gotin: “Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo, bi pêşengtiya mirova mezin û hêja, jina Kurd Leyla Guven berxwedanek mîna berxwedana 14’ê Tîrmehê li girtîgeha Amedê hatiye destpêkirin. Em çalakiya Guven û hemû çalakvanan bi wate dinirxînin.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku qonaxeke hesas heye, lewre divê herkes di vê qonaxê de erka dikeve ser milê xwe pêk bîne û ev tişt hatin gotin: “Dagirker dixwazin bi rêya Kurdên nêzî xwe û kesên ku dijminahiya tevgera azadîxwaz a gelê Kurd kirine, bi rêya wan siyaseta parçekirinê li ser Kurdan bidin ferzkirin. Nakokî û dubendiyê bixin nava Kurdistanê. Ev komplo û pilan tenê wê bi xwedîderketina li Rêber Apo û serhildana gelê me wê were puç kirin.”
Di dawiya daxuyaniya YRK’ê de ev bang li gelê Rojhilatê Kurdistanê hat kirin: “Ciwan, jin û gelê me yê Rojhilatê Kurdistan, çawan ku we di dema komployê de serhildan kir û rolê xwe lîstin, herwiha di dema êrîşên çeteyên DAIŞ ên li ser Kobanê de we alîkariya gelê Rojavayê Kurdistanê kir, pêwîste di niha de jî hîn zêdetir bi awayek çalaktir beşdarî çalakiyan bibin. Pêwîste hun azadiya xwe di azadiya Rêber Apo de bibînin.”