Rêberê Gelan Abdullah Ocalan derketina xwe ya ji Sûriyeyê weke operasyoneke NATO-Gladyoyê dinirxîne. Derketina Ocalan ji Rojhilata Navîn, çûyîna Rûsya, îtalya û Yenanîstanê, piştre revandina ji Kenyayê di nava 4 mehan de pêk hat. Di nava van 4 mehan de ewçend lîstik hatin lîstin, ku çarenûs û dîroka gelekî di nava 4 mehan de bi cih bû.
NAVENDA NÛÇEYAN- Tê zanîn, komplo ji aliyê DYA, Îsraîl û Îngilîstanê ve di bin koordînatoriya DYA de hatiye meşandin û Yekîtiya Ewropayê, paşverûtiya Rojhilata Navîn-Ereb, hêzên mêtînger û nokerên Kurd jî tevlî bûne. Hin hêz di destpêkê de, hin jî piştre tevlî komployê bûn. Berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî xwestin bi vê komployê bi cih bînin û bi sûdwergirtina ji vê yekê re berjewendiyên siyasî û aborî bi dest bixin. Dema ji 9’ê Cotmeha 1998’an heta 15’ê Sibata 1999’an, tevî nirxandinên Ocalan dikare bi vî rengî were kurteberkirin:
“Anîna min a Îmraliyê, bi hêza sîstema hegemonîk (DYA û sîstema modernîteya kapîtalîst a bi pêşengiya DYA û YE) pêk hat. Ya herî girîng jî; hêza xwe ya rewa û rêyên hiqûqî bi kar neanîn. Bi operasyoneke mezin a Gladyoyê, ku rêxistineke li derveyî qanûnî ya NATO’yê ye, bi rêya li derveyî hiqûqê û ne rewa, ez anîn Îmraliyê. Mîna ku hêzên ewlekariyê yên TC bi operasyoneke serketî ez bê bandor kirine û anîne giravê dihat nîşandan. Bi vî rengî xwestin nîşanî cîhanê bidin. Anîna min di 15’ê Sibatê de pêk anîn. 15’ê Sibata 1925’an roja destpêkirina komploya li dijî Şêx Seîd e. Piştî darizandina li Dadgeheke Giravê ya mîna şanoyekê, di 29’ê Hezîrana 1999’an de biryara darvekirina min dan. Xuya bû, heftê pênc sal in (Heta sala 1999’an) operasyonên mezin ên înkar û tinekirinê yên li ser Kurdan bênavber dewam dikirin. Konseya Yekîtiya Ewropa (YE) û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) li ser çavtirsandina bi darvekirinê, li hev kiribûn.”
JI ROJHILATA NAVÎN BER BI RÛSYAYÊ VE
Tîmên ji bo sûîqestê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikin hatibûn şandin, piştî ku ji çalakiyên xwe yên bombekirinê yên li Sûriyeyê encam negirtin, DYA, Îsraîl û Tirkiyeyê bi rengekî koordîneyî krîzeke Sûriye-Tirkiyeyê har dikirin. Misr diket dewrê. Ocalan neçar dima ji Rojhilata Navîn derkeve. Di heman demê de Parlamenta Rûsyayê Dûma, Rêberê Gelê Kurd bi yek dengiyê vexwend Rûsyayê.
Rayedarên dewleta Tirk a faşîst ev pêşniyar li Prîmakov kiribûn: “Eger Rûsya bi pirsgirêka Kurd re eleqedar nebe û alîkariyê nede Ocalan, Tirkiye wê karên xwe yên li Komarên Tirkî bisekinîne.” Prîmakov ev pêşniyar qebûl kiribû û piştre biryara Dûma ji nedîtî ve hatibû û alîkarî da bû Tirkiyeyê. Bi zanebûn xwestin di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de nakokiyeke sûnî were afirandin. Sefîê Bilind ê Rûsyayê yê li Enqereyê Lebedev jî weke parçeyek ji vê lîstikê gelek caran çûbû Wezareta Karên Derve ya Tirk, dosyayên radestkirinê hatina madekirin û hatibû ragihandin ku Ocalan ne li Rûsyayê ye.
‘NÊZÎKATIYA RÛSYAYÊ BI BÊRÛMETÎ BÛ’
Ocalan vê nirxandinê dike:
“Beriya derketina ji Sûriyeyê, di navbera du hêzan de pêşbirkekê dest pê kiribû. Di vê pêşbirka navbera alîgirên diyaloga bi me re û dijberên wê re, baskê NATO-Gladyo ku destek ji Îsraîl û DYA digirt, yanî alîgirê şer û tinekirinê bi ser ketibû. Demeke kurt beriya derketina ji Sûriyeyê, Îstîxbarata Îsraîlê bi rêyên neyekser mesaj dabû ku divê jê derkevim. Min rast netîbû ku ji Sûriyeyê derkevim. Bi fikar bûm ku derb li rewşa me ya li Sûriyeyê bikeve. Sûriye ji bakur ve ji aliyê Tirkan, ji başûr ve jî ji aliyê artêşa Îsraîl ve dikarîbû di nava rojekê de bihata dagirkirin. Eger neketibûna nava panîkê, dikarîbûn ji bo min cihekî guncaw ê bicihbûnê bafiranda. Lê ev nedan ber çavê xwe. Helwesta Rûsyayê bi rengekî bêrûmetî bû. Di berdêla Projeya Mavî Akim û krediya ÎMF a ji deh mîlyar dolarî de, bi zorê em ji Moskowayê dexistin. Min digot, ‘qet nebe tecrûbeyeke heftê salan a sosyalîzmê jiyan; ji ber berjewendiyan û helwesta enternasyonalîst dikarin bi rehetî min qebûl bikin’ û bi vî rengî min Moskowa tercîh kir. Tevî ku sîstem hilweşiya bû, ez ne li bendê bûm ku ji aliyê moral ve jî ewçend têk çû be. Ji kapîtalîzma lîberal girantir, me têkçûneke kapîtalîzma burokratîk a nebaş dît. Bi qasî helwesta dostên li Atînayê, helwesta dostên li Moskowayê jî bendewariyên me şikand. Ya rast, derket holê ku bawerî bi têkiliyên heyî yên dostan nayê.”
65 ROJÊN LI ROMAYÊ
Ji ber helwesta neyînî ya hikûmeta Rûs, Ocalan biryar da biçe Romayê. Di 12’ê Mijdara 1998’an de bi balafirekê çû Romayê. Bi vî rengî pêvajoya Romayê ya ji 65 rojan dest pê kir. Di nava vê demê de têkiliyên siyasî, leşkerî û aborî yên bi welatên Ewropa û Tirkiyeyê re, ji ber rewşa jeopolîtîk a Tirkiyeyê nedihat xwestin ku Ocalan li Ewropayê bimîne.
JI NÛ VE MOSKOWA Û DÛRE ATÎNA…
Piştî ku Ocalan di 16’ê Çileyê de ji Romayê derket, berê xwe da Moskowayê. Heta 29’ê Çileyê li vir ma. Lê belê derfetên mayîna li Moskowayê tine bûn. Li nava rewşeke ku mafya lê tevdigeriya, hat fêhmkirin ku derfetên jiyanê nîne û ev hikûmet dibe ku wî teslîmî MÎT, CÎA, Mossadê bike. Lewma Ocalan li Moskowayê nema û di 29’ê Çileyê de vegeriya Atînayê. Ji ber ku Atîna di nava bûyerê de bû Serokwezîr Sîmîtîs, Wezîrê Karên Derve Pangalos, Wezîrê Karên Hundir Papdopûlos, Wezîrê Sîstema Cemaweriyê Peçalnîkos û şefê rêxistina îstîxbaratê Stavrokakîs bi Ocalan re hevdîtin kirin.
Nêzîkatiya Atînayê bi vî rengî bû: “Em ê ji bo we welatekî sêyemîn bibînin û hûn ê karibin li wir bi rengekî rehet bixebitin.” Di encama hevdîtinekê de ku roja 30’ê Çileyê bi van re hat kirin, amadekariyên derketina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ber bi Ewropayê dest pê kir. Ji bo vê jî diviyabû du balafir bihata amadekirin. Balafirek wê ji Atîna rabûya û xwe li bajarê Mînsk ê Rûsya Spî daniya. Balafira din jî wê Ocalan ji vir bibira Laheyê. Di şeva wê rojê de, saet di 01:00 de girseya Kurdan li Laheyê li hev civiya.
“Rêya me ya sêyemîn jî bi tesadufî li ser sûdwergirtina ji têkiliyên Romayê bû. Bi alîkariya du parlamenterên dost ên ji Partiya Komunîst-Ji nû ve avakirinê ku me nû têkilî bi wan re danîbûn, me dest bi serpêhatiya Romayê kirin. Vê carê bi senaryoyeke îstîxbarata Îtalyayê rojên me yên Îtalyayê destpê kir ku wê şêst rojan dewam bikira. Helwesta Serokwezîrê wê demê Massîmo D’Alema durust bû, lê têrê nedikir. Garantiya siyasî tam nedabû. Rewşa me radestî dadgeriyê kir. Ez li pêşberî vê hêrs bûm. Bi biryar bûm ku di firsenda destpêkê de ji Îtalyayê derkevim. Di daxuyaniya hefteya dawî ya D’Alema de diyar kiribû ku çiqasî bixwazim dikarim li Îtalyayê bimînim. Lê belê ev yek weke helwesteke bi zorê xuya dikir. Di vê navberê de, eger ne şaş bim hewldaneke hevpar a Ereb çêbû. Di daxuyaniyê de ragihandin ku dixwzin bibin cihekî. Ji ber ku fermiyet û garantiya xwe tinebû, min ev qebûl nekir.”
Ew sekin, sekneke rast bû. Ji ber ku amadekariyeke welê hebû, balafirê xwe li Mînskê danî, lê careke din ranebû. Ji ber ku balafira din nehatibû. Piştî rojekê ji Belçîkayê ev daxuyanî hat dayîn; ‘Hêzên me yên hewayî nehişt, yên din jî, me jî qebûl nekir’. Ev hemû hatin derewandin. Balafir ji Mînskê qet ranebûbû. Di nava vê demê de ji Atînayê yekser ferman ji personelên balafirê re hat dayîn. 6-7 saetan li vir disekinî. Ji personelan dihat xwestin, ku Ocalan û yên pê re peya bikin û vegerin. Ev ferman yekser fermana Sîmîtîs û Pangalos bû. Ji ber endamê îstîxbaratê yê Yewnan ê li cem Ocalan û dijderketina Ocalan û hevalê pê re, balafir ji neçarî vegeriya Atînayê. Ocalan yekser li Girava Korfû hat bicihkirin. Li Girava Korfûyê careke din hevdîtinan dest pê kirin. Daxwazeke hikûmeta Yewnanîstanê hebû: Di çarçoveya plana çeteya komploya navneteweyî de ji navberê derkeve. Ji Ocalan re gotin ku divê biçe welatekî din, ew nikarin wî biparêzin û di vî warî de amadekarî hatine kirin. Bi vî rengî Ocalan îqna kirin.
Li Girava Korfû balafireke biçûk a bi tîpa jet amade kirin. Dema Ocalan, Yewnan û hevalên pê re diçûn balafirgehê, balafir li balafireke leşekrî ket, camên wê yên pêşiyê şikest û baskê wê keti hundir. Dostên li cem Ocalan dema hewl dan bi baskê wê bigirin, ji destên xwe birîndar bûn. Bi 10-15 santîman, Ocalan ji mirinê filitî.
BER BI KENYAYÊ VE
Piştre ji nû ve amdekarî hatin kirin. Balafir hat amadekirin û rêwîtiya ber bi Afrîkayê ve dest pê kir. Lê divê ev yek bi rengekî zelal were bilêvkirin; Kesî baş nedizanî wê li Kenyayê dakevin. Di balafirê de ji Rêberê Gelê Kurd û hevalên pê re hat gotin, ku wê biçin Kenyayê. Hat ragihandin ku ev der hatiye amadekirin, bi tenê wê çend rojan li vir bimînin, dûre cihekî ewletir jê re bê amadekirin, amadekariyên vê hene û wê karibe li vir bi cih bibe. Her wiha hat ragihandin ku Komara Afrîka Başûr jî ji bo vê hatiye amadekirin. Piştî amadekariyeke bi vî rengî, ji Ocalan re dihat gotin ku wê li vî welatî bê qebûlkirin.
Lê rewş ne bi vî rengî bû. Armanca bingehîn birina Kenyayê bû, ku ji sedî heftê yê vê derê di bin kontrola CÎA de bû. Her tişt ji berê ve hatibû plankirin. Bi birina Kenyayê re wê Ocalan ji her alî ve ji girseya Kurdan û qada navneteweyî bihata qutkirin. Ev herêm bi temamî di bin kontrola alîgirên komployê de bû.
OCALAN BI HESASÎ TEVDIGERE
Ocalan ji 1’ê Sibatê û pê ve li Naîrobî ye. Yekser li mala Sefîrê Bilind ê Yewnanîstanê bi cih bû. Û heta roja dawî jî li vê malê bû. Di roja duyemîn a hatina Naîrobî de, hikûmeta Yewnanîstanê zextên xwe yên li Sefîrê Bilind û endama îstîxbata Yewnan ê li cem Rêberê Gelê Kurd zêde kir. Hewl di hat dayîn ji vê malê bê derxisitn û li maleke din were bicihkrin.
Ji ber ku Ocalan nexwest ji vê malê derkeve û got, ev der cihekî ewletir e, lîstika hatibû amadekirin, dereng xist. Ji ber ku Yewnanîstanê dixwest Ocalan li dêrekê yan jî çîftlîkekê bi cih bike. Cihekî bi vî rengî jî hatibû amadekirin. Birina cihekî bi vî rengî, ku ne ewle ye, wê îmhakirina Ocalan hêsan bikira. Ji roja Ocalan ji Romayê derket heta roja hat cihê dawî, rêxistinên navneteweyî bi kamera û makîneyên wênekişandinê Ocalan dişopandin. Şopandin ku Ocalan ji ku diçe ku derê. Derfetê revandina Ocalan nedîtin, ji ber ku Ocalan timî hesas bû, hay ji xwe hebû û bi tevger bû. Heta hat Kenyayê.
XIYANET DIÇE SERÎ
Di 12’ê Sibatê roja Înê de, zextên giran li yên li gel Ocalan bûn, hat kirin. Pêşniyar lê dihat kirin, ku biçe Giravan, bicihbûna li cihên cuda dihat pêşniyarkirin. Bêguman ti ji van nehat qebûlkirin. Di 13’ê Sibatê de hevdîtin li sefaretxaneyê hat kirin. Çar polîs ji Yewnanîstanê hatin. Ocalan bi yên li gel xwe re axivî. Rewşeke xetere derdiket holê. Ocalan li ser sekinî û biryar da bi rengekî vekirî bi yên li sefaretxaneyê re baxive. Di encama vê axaftinê de hat hînbûn bê polîs ji bo çi hatine. Çar polîsên hatin şandin, wê Ocalan û yên pê re ji hiş bixistina, ji vê malê derxista, bibira nuqteyeke cuda û piştre jî CÎA û polîsê Kenyayê wê Ocalan radestî MÎT’ê bikira. Lê belê piştî ku Sîmîtîs û Pengalos hîn bû plana wan eşkere bûye, polîs vekşand. Bêyî ku polîs nêzî Ocalan bibin, ji sefaretxaneya bilind hatin derxistin. Ocalan di heman şevê de daxuyanî da û diyar kir, xeterî li ser jiyana wî heye, jiyana wî ne ewle ye û daxwaza qebûlkirina statuya xwe ya siyasî kir. Ev yek banga dawî ya Ocalan a beriya dîlgirtibû bû.
LI SEFARETXANEYÊ ŞEREKÎ CIDÎ DEST PÊ DIKE
Li sefaretxaneyê şerekî cidî dest pê kiribû. Yewnan neçar man planên xwe biguherînin. 13’ê Sibatê di nava rewşeke kaosê de derbas bû. Kêliyên gelekî xetere bûn. Kesî nedizanîbû wê çi bibe. Lê belê gelek derdoran ev pirs dikir: ‘Wê roja Duşemê çi biqewime?’ Ocalan li ser vê mijarê disekinî: ‘Ev dikarin roja Duşemê çi bikin?’ Di axaftinan de timî girîngiya vê rojê dihat bilêvkirin. Roja Yekşemê vegeriya malê. Rayedarên Kenyayê roja Înê bang li sefîrê bliind kiribûn, lê neçûbû. Li ser vê yekê Kenyayiyan telefonên Sefaretxaneya Bilind heta roja Duşemê saet 15:00, heta hevdîtina bi rayedarên hikûmetê yê Midûrê Protokolê yê Sefîrê Bilind, girtin. Di vê navberê de hikûmeta Yenan jî tevlî planê bû. Hikûmeta Yewnan timî ji Sefareta Bilind re digot, cihekî ewle hatiye dîtin û ji bo Ocalan ji wê rewşê bê derxistin, balafirek amade ye. Bi rayedaren Kenyayî re plan anîbûn heta astekê. Wê rojê Sefîrê Bilind bi heyeteke Kenyayê re hevdîtin dikir, ku kurê Serokkomarê Kenyayê Danîel Arap Moî, rayedarên îstîxbaratê û rayedarên Wezareta Karên Derve di nav de hebûn.
Sefîrê Bilind piştî vê hevdîtinê, bi Ocalan re rûnişt. Sefîr ji Ocalan re ragihand, ku her tişt amade ye, dikare bi hêsanî biçe û hikûmetê garantî daye. Yên bi Ocalan re li ber ‘çûyîna bi zorê’ rabû. Wê rojê mal tije polîs bû. 5 wesayîtên bi plaqeya fermî û 3 Jîpên bi tîpa Landrover hatibûn. Ocalan amade bû û li bendê bû. Li hewşa Sefîrê Bilind nîqaşeke giran hebû. Hat gotin ku divê êdî biçin, balafir amade ye. Balkêş bû ku wesayîtên fermî yên ji aliyê polîsên Kenyayê ve hatibûn anîn, neketibûn hundir. Hemû li pêşiya deriyê sefaretxaneya bilind hatibûn sekinandin. Ti ji wan neketibûn hundir. Hat xwestin ku Ocalan ne bi wesayîta polîsan, bi ya sefîrê bilind biçe balafirgehê. Polîsan ev red kirin û gotin, ‘Peymana me ev e, wesayîtên me ewletir in. Her tişt amade ye, divê em derhal biçin. Nesekinin’. Nîqaşên tund dest pê kirin. Di vê demê de Berdevkê Hikûmeta Yewnanîstanê daxuyaniyek dabû: ‘Ocalan bi daxwaza xwe ji mala Sefaretxaneya Bilind derket.’
Bi vê daxuyaniyê re xwestin, nîşan bidin ku Ocalan bi daxwaza xwe ji malê derketiye, li wesayîtan siwar bûye û vê yekê jî bi kamerayan qeyd bikin. Bi vî rengî xwestin nîşanî raya giştî ya navneteweyî û çapemeniyê bidin. Rêberê Gelê Kurd Ocala li wesayîtê siwar bû, heman piştî wî yên pê re li wesayîtan swiar bûn. Lê demek debas bû, rayedarên Kenyayî di bin çavdêriya CÎA û Mossadê de wesayîta Ocalan tê de bû û yên kesên pê re tê de bûn, ji konvoyê veqetandin. Rêberê Gelê Kurd Ocalan radestî endamên MÎT a Tirk û Fermandariya Giştî ya Tirk ên li balafirgehê bûn, kirin.
Bi vî rengî rojeke din li dîroka tarî ya emperyalîstan, siyonîstan, mêtînger û nokeran zêde bû. Di 16’ê Sibata 1999’an de Ocalan êdî di destê dewleta Tirk a faşîst de bû.
‘JI BILÎ DYA, TI HÊZÊ NIKARÎBÛ EV BIKIRA’
Beşek ji nirxandin Ocalan ên li ser komployê bi vî rengî bû:
“Çar mehên ji 9’ê Cotmeha 1998’an heta 15’ê Sibata 1999’an, gelekî dagirtî derbas bû. Ji bilî hegemonê cîhanê DYA, ti hêzê nikarîbû di nava vê demê de operasyona çar mehan lidar bixe. Rola hêzên şerê taybet ên Tirk (serokê van hêzan general Engîn Alan bû) bi tenê anîna min a bi balafirê û bicihkirina li Îmraliyê bû. Ev pêvajo, pêvajoyeke ji operasyoneke girîng a dÎroka NATO’yê bû. Ev ewçend zelal e, ku li her cihî tevgerek li gorî vê operasyonê hat nîşandan. Kengî helwesteke dijber bihat nîşandan, yekser dihat bêbandorkirin. Rûsyaya mezin jî bi awayekî vekirî hatibû bêbandorkirin. Nêzîkatiya Yewnan ji xwe têra vegotina her tiştî dikir. Tedbîrên ewlekariyê yên li hundir û derve yên li mala li Romayê ez lê dimam, her tişt eşkere dikir. Tedbîrên awarte yên ji bo dîlgirtinê girtibûn. Nehiştin gavekê jî li derve bavêjim. Tîmên ewlekariya taybet, heta ber deriyê odeya min bîst û çar saetan kontrol dikirin. Hikûmeta D’Alema hikûmeteke çep demokrat bû. D’Alema bê tecrûbe bû, bi tena serê xwe nekarî biryarê bide. Li tevahiya Ewropayê geriya. Îngilîstanê jê re got, divê biryara xwe bi xwe bide. Piştgirî nedayê. Helwesta Brukselê ne zelal bû. Di dawiya dawî de radestî dadgeriyê kir. Bandora Gladyoyê di vê de hebû. Ji xwe Îtalya yek ji welatên ku gladyo lê gelekî xurt bû. Berlûsconî temamiya hêza xwe bi kar danî. Ew bi xwe zilamê gladyoyê bû. Ji ber ku min zanîbû Îtalya nikare min rake, neçar mam derkevim.”
YA BI SER KET, TÊKOŞÎN BÛ
Ev dem, weke demeke ku gelek li ber çarenûsa li ser dihat ferzkirin serî rakir û bi xweşewitandinê ev raperîn nîşanî cîhanê da, li rûpelên dîrokê hat nivîsandin. Gel raneket, her roj li cihekî meşiya, ket grevên birçîbûnê. Di çarçoveya çalakiyên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ de 66 kesan bedena xwe dan ber agir. Her roj lenet li komployê tê anîn û berxwedan roj bi roj mezin dibe. Gelê Kurd wê vê xiyaneta lê hatiye kirin ti carî ji bîr neke. Rêya herî mezin a derxistina dersê ji vê yekê, xwedîderketina li berxwedana Rêberê Gelê Kurd û têkoşînê ye. Ya bi ser ket, têkoşîna azadiyê ya Kurd bû