Bi deh hezarên ku li qadê kom bûne û di van kêliyan de meşa Mezin a Strasbourgê destpêbike.
STRASBOURG- Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn ji bo protestokirina Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê û piştgirîdayîna grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven, li bajarê Strasboûrgê ji bo meş û mîtîngê kom bûn.
Serê sibê Kurdistanî û dostên wan ên li Elmanya, Swîsre, Belçîka, Ewûstûrya û gelek welatên din ên Ewropa dijîn bi otobus û wesayîtên taybet hatin Strasboûrgê. Bi hezaran kes bi wêneyên Ocalan û alayên PKK, KCK, YPG û YPJ’ê ber bi qada meş û mîtîngê ve dimeşin. Dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ olan dide.
Polisên Fransayê li qada ku girse kom bibe tedbîrên giran ên ewlehiyê girtine û li rêya ku meş derbas dibe, rê bi wesayîtên leşkerî balê dikêşe.
Bi deh hezarên ku li qadê kom bûne û di van kêliyan de meşa Mezin a Strasbourgê destpêbike