Li Îngîlistanê xwendekarên ku li ser Tora Civakî rêxistin bûn di serî de Londra, Manchester û Brîstol’ê di 60 bajaran de neçûn dibistanê, guhertina avhewayê protesto kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Li Îngîlistanê xwendekarên ku li ser Tora Civakî rêxistin bûn di serî de Londra, Manchester û Brîstol’ê di 60 bajaran de neçûn dibistanê, guhertina avhewayê protesto kirin.
Di serî de welatên Ewrûpayê di gelek welatan de xwendekaran bi boykotkirina dibistanê, banga dewletan kirin ku ji bo guhertina avhewayê tedbîran bigirin.
Di 15’ê Adarê de li her derê
Çalakiyên ku ji aliyê xwendekarê 15 salî aktîvîst Greta Thunberg ve hate destpêkirin bi navê “Ji bo pêşerojê roja înê” li her derê belav dibe. Di 15’ê Adarê jî li hemû cihanê wê protesto were li dar xistin.