Kurd û dostên wan ên ku li Ewropayê dijîn ji bo protestokirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê û ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê bi deh hezaran kes ber bi qada Rûe des Venneaûxê ya Strasboûrgê dimeşin.
STRASBOURG- Kurd û dostên wan ên ku li Ewropayê dijîn ji bo protestokirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê û ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê bi deh hezaran kes ber bi qada Rûe des Venneaûxê ya Strasboûrgê dimeşin.
Enternasyonalîst û ciwanên ku ji Luksembûrgê meşiyabûn Strasboûrgê, siyasetmedarên ku ji Baselê meşiyabûn Strasboûrgê, hunermend û nûnerên saziyan jî dimeşin.
Bi deh hezaran kes bi pankartên ‘Azadî ji Ocalan re’, ‘Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ dimeşin. Di meşê de sloganên ‘Em hemû PKK ne’ û ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ tê berzkirin. Di meşê de ji xeynî posterên çalakgerên greva birçîbûnê, alayên PKK, KCK, YPG, YPJ û PYD’ê tên hildan.
Di meşê de meşvan sloganên ‘Erdoganê qatil’ û ‘Tirkiyeya terorîst’ jî berz dikin.
Di meşê de bi megafonan axaftin tên kirin û bal tê kişandin ser berxwedana Ocalan a li zindana Îmraliyê. Di meşê de berxwedan tên silavkirin û bal tê kişandin ser vî tiştî ku daxwazên Leyla Guven û yên çalakgerên greva birçîbûnê daxwazên bi milyonan kesan e.
Piştî meşa 3 kîlometre ew ê girse bigihêje qada mîtîngê. Hate diyarkirin ku heyeteke çalakgerên greva birçîbûnê ya Strasboûrgê jî ew ê di mîtîngê de biaxivin.