Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Hêzên me roja Şemiyê 16‘ê Sibatê li gundê Zîban ê girêdayî bajarê Bisêra yê gundewarê rojhilatê Dêrazorê serçeteyekê ewlehiyê yê DAIŞ‘ê yê kuştin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herêma Dêrazorê li ser mijarê daxuyaniyekî belav kir.
Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Hêzên me roja Şemiyê 16‘ê Sibatê li gundê Zîban ê girêdayî bajarê Bisêra yê gundewarê rojhilatê Dêrazorê serçeteyekê ewlehiyê yê DAIŞ‘ê yê kuştin.
Çeteyê bi navê Feyad Ebû Ferwa wesayîteke hêzên me dema ku li herêma Bisêrayê re derbas dibû kir hedef û du encamê me du endamên me birîndar kirin. Hêzên me jî li pey wî ketin û ew li gundê Zîbanê zeft kir û ew kuştin.
Berpirsê dewriyeyê diyar kir ku çete Feyad Ebû Ferwa gule li hêzên me reşandin û hêzên me yekser bersiv da û ew kuştin.”