Komîteya Çand û Hunerê ya Kantona Hesekê ya Herêma Cizîrê îro bi merasîmekê Peymangeha Mezopotamya ya Muzîkê li taxa Salihiyê ya Hesekê vekir.
HESEKÊ- Komîteya Çand û Hunerê ya Kantona Hesekê ya Herêma Cizîrê îro bi merasîmekê Peymangeha Mezopotamya ya Muzîkê li taxa Salihiyê ya Hesekê vekir. Di merasîma vekirina peymangehê de gelek endam û nûnerên sazî û dezgehên sivîl jî amade bûn.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre jî hevserokê Komîteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê Ehmed Çetel, hevseroka Komîteya Çand û Hunerê Efaf Hesekê û helbestvan Selah Îbrahîm di merasîmê de axivîn. Di axaftinan de girîngiya mûzîkê hat vegotin û axaftvanan got ku muzîk ji çanda xwezayî hatiye.
Axaftvanan diyar kir ku muzîk ji dengê xwezayê hatiye afirandin û dê nîşanî hemû cîhanê bidin ku gelên bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi çanda xwe ve girêdayî ye. Piştî axaftinan, deriyê peymangehê ji hêla dayika şehîd Berxwedêr Qehreman, Siltanê Ehmed ve hate vekirin.
Herî dawî jî xwendekarên peymangehê stran gotin û li amûrên muzîkê xistin