Di demeke wiha de Mesrûr Barzanî û wezîrê parastinê yê Tirkiyê civiyan û di wê civînê de her du aliyan behsa rewşa navçeyê û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê kir. Hate zanîn ku Hulusî Akar daxwaz ji Mesrûr Barzanî kiriye ku ji bo dagirkeriya wan a li ser Rojavayê Kurdistanê destekê bidin wan.
NAVENDA NÛÇEYAN- Dewleta Tirk a dagirker ku li Efrînê komkujî pêk anîn û hewl dide hebûna gelê Kurd li Efrînê tune bike, her roj li dijî hebûna gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê gefan dixwe. Di demeke wiha de Mesrûr Barzanî û wezîrê parastinê yê Tirkiyê civiyan û di wê civînê de her du aliyan behsa rewşa navçeyê û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê kir. Hate zanîn ku Hulusî Akar daxwaz ji Mesrûr Barzanî kiriye ku ji bo dagirkeriya wan a li ser Rojavayê Kurdistanê destekê bidin wan.
Roja 16’ê Sibatê li bajarê Munchen ê Almanyayê û di çarçoveya Kongreya Munchen a Asayîşê de şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di dirêjahiya hevdîtinê xwe de li gel wezîrê parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar civiya.
Di wê hevdîtinê de Hulusî Akar pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir, ji ber bijartina wî ji bo kursiya serokatiya hikûmeta nû ya Kurdistanê û hêviya serkeftinê jê re xwest.
Her di wê hevdîtinê de bihêzkirina pêwendiyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê û Iraqê di hemû waran de û nexasim di warê aborî de hatin gotûbêjkirin.
Di wan hevdîtinan de rewşa Rojavayê Kurdistanê wek mijareke sereke hatiye nirxandin. Akar daxwaz kiriye ku ji bo dagirkeriya li ser Rojavayê Kurdistanê piştgiriya wan bikin.