Li gor agahiyên herêmî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê îro di seat di 10:00’an de gundên Soxanê û Bîne yên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê topbaran kirin.
EFRÎN- Li gor agahiyên herêmî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê îro di seat di 10:00’an de gundên Soxanê û Bîne yên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê topbaran kirin.
Di encama topbaranê de zirarên madî di mal û milkên sivîlan de çêbûn. Piştî topbaranê bêdengiyek li herêmê heye.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyan wê bi awayekî domdar herêmê topbaran dikin.