Li ser sînorê di navbera Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê de ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve kolberek hate kuştin. Li Pîranşarê jî yek birîndar bû.
NAVENDA NÛÇEYAN- Li gorî nûçeya Kolbernews’ê şevê din li ser sînorê di navbera Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê de, li herêma Hengejale ya Bane hêzên Îranê komek kolber gulebaran kir. Di encamê de kolberê bi navê Bextiyar Hesen jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyan Bextiyar Hesen bavê du zarokên bi navê Îlya û Alan e û xelkê gundê Bilesenî ya Baneyê ye.
Herwiha roja Şemiyê li herêma Pîranşarê di encama gulebaran hêzên Îranê de kolberê bi navê Osman Mam Hesen birîndar bû. Piştî ku birîndar dibe, xelkê rakirin nexweşxaneya Urmiyeyê.
(ab)