Welatiyên ku li Duhokê ji ber hincet Serhildana Şeladizê 6 welatî hatibû binçavkirin. Ji wan 3 kes hate berdan xwesteka berdana sê kesan jî hat redkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Di 13’ê Sibatê de Dadwerê Dihokê ji parêzerên xwebexş ên binçavkiriyên Behdînan re gotibû ku ewê 6 binçavkiriyên Behdînan berdin. Îro dadgeha Dihokê biryara sê binçavkiriyên bi navê Bedel Berwarî, Sebah Etruşî û Eyaz Kerem da ku di 28’ê Çile de li Dihokê ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatibûn binçavkirin.
Parêzerê xwebexş yê binçavkiriya Rêbîn Etruşî got “Me daxwaza berdana 6 binçavkiryên ku li Dihokê hatibûn binçavkirin kiribû, lê dadwer biryara berdana bi kefaleta ya sê kes ji wan da. Lê di derbarê Takur Zerdeştî, Rêkan Reşîd û Sêrwan Şêrwan de dadwer got ku lêkolîna di derbarê wana de berdewame ji ber wê biryara berdanê nedane.”
Ji bilî wan şeş kesan 13 kesên din ku li Şêladiz û Sirê hatibûn binçavkirina wekî Rêbîn Etruşî diyarkirî, hîn di girtîgeha Zerka de tên ragirtin.
Hêjayî gotinê ye di serhildana Şêladizê ya di 26’ê Çile de, Asayîşa Dihokê gelek kes binçavkiribû. Piştre bi kefalet hinek ji binçavkiriyan hatibûn berdan.