Piştî maçê komeke alîgiran êrîşî lîstikvanên Cîzre Sporê kirin. Di êrîşê de 3 lîstikvan û mamosteyê kelehvan hatin derbkirin.
ENTALYA- Cîzre Spor a ku di Spor Totoyê de cih digire, di maça Serîk Belediye Spor a li Entalyayê, alîgirên tîma hember êrîşeke nijadperestî li wan kir.
Beriya ku maç were destpêkirin, alîgirên tîma hember li dijî Cîzre Sporê tezahuratên nijadperest qîr kirin.
Piştî maçê komeke alîgiran êrîşî lîstikvanên Cîzre Sporê kirin. Di êrîşê de 3 lîstikvan û mamosteyê kelehvan hatin derbkirin. Lîstikvanên Cîzre Sporê ji neçarî ji bajêr derketin.