Li gor agahiyên me dest xistiye ji bo 11 ê ciwanên ku hatine binçavkirin 4 roj dema binçavkirinê hat dirêjkirin.
ÇEWLÎG- Li Çewlîg’ê di serdfegirtina malanda di nav de namzeta Endamê Meclîsên Şaradera HDPê Mehmet Bahçadurmuş jî 11 kes hatibû binçavkirin.
Li gor agahiyên me dest xistiye ji bo 11 ciwanên ku hatine binçavkirin 4 roj dema binçavkirinê hat dirêjkirin. Ji ber kîjan hincetê tên tewanbarkirin nehat zanîn. Her wiha li ser dosyayyê biryara veşartî heye.
Çi Bibû?
Di 13’ê Sibatê de di serdegirtina malan de Yunus Bulut, Mehmet Barcadurmuş, Kani Sonmez, Kani Tunç, Samet Kiliç, Serkan Kaya, Abtullah Sevinç û 7 kesê ku navê wan nehat zanîn biribûn Miduriyeta Emniyeta Çewlîg’ê.