Ciwanên Rûs, li bajarên Saînt Petersbûrg û Yakûtskê komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê şermezar kirin.
SAÎNT PETERSBÛRG – Ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, ciwanên Rûs li bajarên Saînt Petersbûrg û Yakûtskê yên Federasyona Rûsyayê çalakî li dar xistin.
Ciwan li ber konsolosxaneyên Tirk li hev civiyan û dowîza bi nivîsa “Azadî ji Ocalan re” vekirin.
Ciwanên Rûs, grevên birçîbûnê yên ji bo azadiya Ocalan pêk tên silav kirin.