KDP rê neda Rêxistinên Ciwanan ku derbasî Rojava bibin da ku beşdarî Konferansa Duyemîn a Ciwanên Rojhilata Navîn bibin. Endamên Însiyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn li ber Deriyê Sêmalkayê kom bûn û daxuyanî dan. KDP, destpêkê ji Însiyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn re di hevdîtinan de gotibû ku em ê rê bidin, lê dema ciwan hatin rê neda.
DÊRIK – Tê plan kirin ku Konferansa Duyemîn ya Ciwanên Rojhilata Navîn di 20‘ê Sibatê de li bajarê Kobanê were lidarxistin. Ji herêma Başûrê Kurdistanê îro Rêxistinê Ciwanan xwestin derbasî Rojava bibin, lê li Deriyê sînorê Sêmalkaiyê ji aliyê KDPê ve hatin astengkirin.Li ser vê yekê bi dehan endamên Însiyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn li Deriyê Sêmalkayê kom bûn û daxuyaniyek protestoyî dan.
Daxuyanî ji aliyê Endama Însiyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn Arjîn Melek ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Wekî ciwanên Rojhilata Navîn ji beriya 6 mehan ve em amadekariyên lidarxistina Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn dikin, ku tê payîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were lidarxistin, ji ber ku navenda şoreş û serkeftina îradeya gelan e. Konferans dê 20‘ê Sibatê bi armanca yekîtiya vîna ciwanan li hemberî êrîş û zihniyeta faşîmê, were lidarxistin.
Pêngava Serî Hildin a li hemberî dîktatoriyê bi taybet li Rojhilata Navîn berdewam e. Bi însyatîfa Ciwanên Bakur û Rojhilata em bi hemû rêxistinên ciwanan re di nava têkiliyan de ne da ku Konferansa xwe ya Duyemîn li dar bixin.
Hikûmeta herêma Kurdistanê bi serkêşiya PDK‘ê ku xizmeta ejnîdeyên Tirkiyê dike, li hemberî îradeya gelan disekine, îro careke din îsbat kir ku yekîtiya refa Kurdî asteng dike.
Heger hikûmeta herêma Kurdistanê derbasbûna ciwanên Başûr asteng bike jî em ê konferansa xwe li dar bixin, ji ber dewletên dîktator armancên wan yekîtiya ciwanan asteng bikin e.”
Di dawiya daxuyaniyê de bi dirûşmeyên şermezarkirina PDK‘ê hat dawî kirin.