Çalakiyên greva birçîbûnê pêl bi pêl mezin dibe. Hate zanîn ku li Girtîgeha Şakranê 8 girtiyên azadiyê din jî dest bi çalakiya bê dem û bêdorveger kirine.
ÎZMÎR- Di hevdîtina parêzeran a bi girtiyan re hate zanîn ku 8 girtiyên de dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger kirine. Li Girtîgeha Tîpa T Hejmar 2 a Şakranê girtî Ûlaş Ozaykan, Hekîm Demlî, Sînan Koyûncû, Ferat Ondeş û Behrûz Sûcayî, li Girtîgeha Jinan a Şakranê jî Remziye Polat, Azîme Işik û Şehrîvan Çoban ji 15’ê Sibatê ve dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger kirine.