Îşkenceyên dewleta Tirk a dagirker li ser jin, ciwan û gelê Kurd de didome. Li navçeyên Wan Erdîş’ê 22 rojên dawî 90 kes hatin destgîr kirin, 47 kes hatin girtin. Di binçavan de êşkenceya fîzîkî û gef heye.
WAN- Îşkenceyên dewleta Tirk a dagirker li ser jin, ciwan û gelê Kurd de didome. Li navçeyên Wan Erdîş’ê 22 rojên dawî 90 kes hatin destgîr kirin, 47 kes hatin girtin. Bi van girtinan re li Erdîşê van 2 mehên dawî bi ser 200 malî de hate girtin. Ev gelek caran nûçe tên ku li Wan û navçeyên wê dema destgîrkirinê êşkence tê kirin. Herî dawî derketibû holê 3 zarokên ku hatibûn destgîrkirin êşkence li wan hatibû kirin.
Heftiya bihurî jandarmayên Tirk a dagirker li gundê Papişkinê yê Erdîşê bi ser malan de girt. 4 rojan êşkence li ciwanên bi navê Înan Dîlmaç (19), Bulent Saklar (18) kirin. Hate gotin ciwanên ku hatibû destgîrkirin laşê wan ji êşkenceyê şîn û reş bûye. Ciwanên ku 4 rojan destgirkirî man, piştre hatin girtin.
Hate gotin ev nêzî heftiyekê ye gundê Papişkinê ji hêla jandarmayan ve dora wê hatiye pêçan. Tê gotin heftiyekê li ketin û derketina gund jandarma disekine û carinan jî li nav gund dewriyê dikin. Di hilbijartina xwecih de ya sala 2014’an gundê DBP’ê nêzî 100 dengî standibû. Li gund, ku AKP hema hema hîç dengan nastîne, van demên dawî zext hatine zêdekirin. Li gorî şahidên bûyerê, Fermandarê Qereqola Jandarma ya Erdîşê ji leşkeran re gotiye, ”we çima ev destgîr kirin, hema li wir ew bikuştana”.