2’mîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn, bi şiyara “Di pêşengiya ciwanan de ber bi Rojhilat Navînek pirrengî û demokratîk ve” li Navenda Çand û Hûnera Kobanê de wê were li dar xistin. Ji bo beşdarbûna Konferansê Ciwanên Yemen û Tunusê hatin Başurê Kurdistanê, lê ji aliyê PDK’ê ve tê astengkirin ku derbasî Rojava bibin. Her wiha ciwanên Afganîstan’ê çawa ji balafirê daketin dîsa bi heman balafirê paşve şandin welatê xwe.
NAVENDA NÛÇEYAN- 2’mîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn, bi şiyara “Di pêşengiya ciwanan de ber bi Rojhilat Navînek pirrengî û demokratîk ve” li Navenda Çand û Hûnera Kobanê de wê sibê were li dar xistin. Hate zanîn ku gelek ciwanên ku ji welatên cuda hatine Baurê Kurdistanê.
Li gor agahiyên dawî ku ajansa me girtiye ciwanên Yemen û Tunusê hatin Başurê Kurdistanê. Ji bo derbasî Rojava bibin hatin ber deriyê Sêmelka, li PDK astenkir ku derbasî Rojava bibin û paşve vegerandin. Ciwanan niha li Başurê Kurdistanê benda derbasbûnê ne.
Her wiha rêxistinên ciwanên Afganîstanê jî îro serê sibê bi balafirê hatin, lê PDK wana jî dîsa bi heman şêwazê asteng kir û bi balafirê dîsa şand welatê wan.
Duh jî nêzî 30 ciwan ku ji Başurê Kurdistanê xwestin derbasî Rojava bibin ji aliyê PDK’ê ve hat astengkirin. Ev astengkirina PDK’ê ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Suriyeyê ve li ber deriyê Sêmelka hat protestokirin.