Ji komîteya amadekariya Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn Berîtan Asya amadekariyan nirxand.
KOBANÊ- Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn a duyemîn bi beşdarbûna bi ciwanên ji welatên cuda cuda wê sibê li Kobanê pêk were.
Ji Komîteya Amedakariyê Berîtan Asya di derhqa amadekariyê de û astengkirina PDK’ê de axîvî. Berîtan wiha axîvî; “Konferansa me ya bi şiyara ‘Em bi hev re ber bi Rojhilata Navînek demokratîk û pirreng ve” destpê bike. Niha em li Kobanê amadekariya teknîkê û dawî dikin. Vê konferansê me re ji gelek welatên Rojhilata Navîn bi tevlîbûna rêxistinên ciwanên Rojhilata Navîn pêk were. Konferans bi tevlîbûna rêxistinên ciwanan ên Tunus, Misir, Lûbnan, Irak, Suriye, Kurdistan, Tirkiye, Îran, Ermanîstan û ger wekî din ji gelek welatan pêk were. Di vê koferansê de di destpêkê de ciwanên Rojhilata Navîn a ku parçekiriye yekbûna wan û dîsa li dijî emperyalîzmê, li dijî dîktatoryaya Rojhilata Navîn mekanîzmayek hevpar avakirin tê armanc kirin. Ev konferans ji bo çareserkirina krîza ku Rojhilata Navîn tê jiyîn tê li dar xistin.”
Berîtan wiha berdewamî da axaftina xwe: “Li vir de pêvîste mirov bal bikşîne li ser ciwanên ku ji gelek welatan wrin tevlî bibin. Ji aliyê PDK’ê ve derbasbûna van ciwanan ji Rojavayê tê astengkirin. Disa ciwanên Tunus û Yemen’ê li ser deriyê Sêmelka de hate astengkirin. Em di vir de nêzikatiya rêveberiya Başurê Kurdistan û Irak’ê şermezar dikin û em îfade dikin ku wê jivir vînekî hevpar a ciwanên Rojhilata Navîn derkeve. Kes nikare vê asteng bike. Em vê nêzikatiyan wek derbeyek li hemberê vê vînê dibînin. “
Berîtan Asya axaftina xwe wiha dawî kir: “Çiqas astengî dibe bila bibe, ev konferans bi îradeyekî mezin pêk were. Îradeya hevpar a Ciwanên Rojhilata navîn derkeve.”