Ciwanên ku beşdarî Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn bibin ji gelek welatan hatin û gihîştin Bajarê Berxwedanê Kobanê.
KOBANÊ- Sibê 2’mîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn di qantona berxwedanê de, li Kobanê pêk were. Ji gelek welatên cuda nêzî 250- 300 ciwan bi kelecanek mezin gihîştin cihê Konferansê. Konferansa yekemîn li Amedê pêk hatibû û biryar hatibû girtin ku konferansa duyemîn li xaka Rojava de pêk were.
Belê ji bo çi biryar hatibû girtin ku li xaka Rojava pêk were? Ev heft sale şoreşek bêhempa ku ji aliyê civaka Rojhilata Navîn û cihanê ve tê şopandin tê jiyîn. Jiyanekî nû ya ku xeyalê gelek mirovan e û gelek caran xwestine bixin meriyetê, lê nekarîne li Rojava pêk hatibû. Wek Komûna Parîsê ku ewqas li ser civaka Ewrûpa bandorê xwe kiribû, Şoreşa Rojava jî him li ser Ciwanên Ewrûpa him jî Ciwanên Rojhilata Navîn bandorekî pir mezin kiriye. Gelek ciwan ji bo vê şoreşa ku xeyal dikirin bijîn hatibûn Rojava û bi taybet jî di berxwedana Kobanê de berdelin mezin dabûn. Têkçûna çeteyên DAÎŞ’ê û dewleta dagirker a Tirk ji Kobanê destpêkiribû. Ji bo vê jî ji bo hemû ciwanan Kobanê, bajarê berxwedanê, warê Arînan pir bi nirx bû.
Bi vê Konferansê firsendek çêbibû ku him ciwanên ku di van qadanda berxwe dane ve hev û du nasbikin, him jî vê bajarê pîroz bibînin. Ciwanên ku bi kelecan berxwedana li dijî hovitiyê dişopandin biryara Konferansê ku li Rojava pêk were pejirandibûn û bi moralek bilind bî dîmenan dabûn xuyakirin ku beşdarî Konferansê bibin.
Dema ku ciwan ji welatên cuda cuda derketin rê û derbasî axa Rojava bûn kelecan û hezkirina wan di çavên wan de xuyadikir. Hemû rê û derdor bi meraqekî mezin temaşe dikirin. Wêneyên gund û bajaran dikişandindin û bi hevalên xwe yê welatê re parvedikirn. Dema gihîştin qada Konferansê jî bênavber destbi alîkariya amadekariyê kirin. Îro her tişt bi destê ciwanan hat amadekirin û armanca Konferansê ku vînekî hevpar derxe, berê ku konferans destpê bike derket holê.