Berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a bi armanca tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiriye, di roja 105’emîn de berdewam dike.
AMED -Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demnokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest pê kiriye, di roja 105’emîn de di bin dorpêça polîs û maşîneyên zirxî de berdewam dike. Guven, bi armanca tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi dawî bibe di 8’ê mijdarê de ketibû grevê û 105 rojin di grevê de ye.
Çalakiya Endamê HDP’ê Nasir Yagiz a li Hewlerê bi heman daxwazê dest pê kiriye jî di roja 92’emîn de berdewam dike. Çalakiya grevê ya 14 çalakgerên li Strasbaurg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî di roja 66’emîn de, çalakiya koma ewil ku di 16’ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir di roja 67’emîn de berdewam dike. Niha li Girtîgehan zêdetirî 300 girtiyên siyasî di greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger de ne.