Li gorî NRT’ê 9 endamên Tevgera Nifşê Nû (Neweyê Niwê) ku beşdarî çalakiyê bûbûn û nûçegihanê NRT’ê Tayif Goran ê çalakî dişopand hatin binçavkirin.
DUHOK- Li gorî Kanala NRT’ê îro wê îro li Dihokê ji bo azadiya kesên ku li Şêladizê û Dihokê ji ber raperîna li dijî dagirkeriya dewleta Tirk hatine binçavkirin çalakiyek bihata lidarxistin, lê asayîşê destûr nedaye.
Li gorî NRT’ê 9 endamên Tevgera Nifşê Nû (Neweyê Niwê) ku beşdarî çalakiyê bûbûn û nûçegihanê NRT’ê Tayif Goran ê çalakî dişopand hatin binçavkirin.
Di 26’ê Çile de welatiyên bajarokê Şêladiza li hemberî dagirkerî û êrîşên dewleta Tirk serîhildan û bi ser baregehên dewleta Tirk a dagirker de girtin. Piştî wê hikûmeta herêmê pêngavek a binçavkirina welatî, rojnamevan û çalakvanên civaka sivîl da destpê kirin. Li herêma Behdînanê zêdetirî 80 kes hatin binçavkirin. Gelek ji wan hatin berdan lê hê jî 13 kes dibin çavan dene.