Welatparêzê Kurd Mehmet Alî Koçak ê li bajarê St. Gallen ê Swîsreyê dijî bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand ku bi armanca piştgirîdayîna berxwedana grevên birçîbûnê û bidawîkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li pêşiya avahiya Netewên Yekbûyî (NY) Cenevreyê di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger da destpêkirin.
SWÎSRE- Çalakiyên greva birçîbûnê û piştgirîdayîna Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven ku 105 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye, didomin.
Welatparêzê Kurd Mehmet Alî Koçak ê li bajarê St. Gallen ê Swîsreyê dijî bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand ku bi armanca piştgirîdayîna berxwedana grevên birçîbûnê û bidawîkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li pêşiya avahiya Netewên Yekbûyî (NY) Cenevreyê di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye.