Hêzên Taybet ên QSD‘ê li Baxozê çalakiyeke bi bandor pêk anî û zêdeyî hezar û 200 sivîl ku piraniya wan malbatên çeteyan e rizgar kirin.
DÊREZOR- Şervanên QSD‘ê di 9‘ê Sibatê de pêvajoya dawî ya tinekirina DAIŞ li bargeha dawî ragihand û çeteyên DAIŞ‘ê li Baxozê dorpêç kirine.
Şervanên QSD‘ê di rojên dawî de ji bo rizgarkirina sivîlên ku çete wan wekî mertalên zindî bi kar tînin, şer sivik kiriye.
Hêzên Taybet ên QSD‘ê li Baxozê çalakiyeke bi bandor pêk anî û zêdeyî hezar û 200 sivîl ku piraniya wan malbatên çeteyan e rizgar kirin.
Ji ber mayîn û tunelên çeteyan û bi armanca derxistina sivîlan, şervanan korîdoreke mirovî vekirin û 25 konvo derbasî herêmê kir da ku sivîlan veghuzên deverên bi ewle.
Fermandarên QSD‘ê diyar kirin ku DAIŞ‘ê di rêjiyeke teng de asê bûne û di demeke nêzîk de tevahî herêmê were rizgarkirin.