Artêşa Tirk a dagirker gundê Soxinekê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê topbaran kir. Di encamê de 4 sivîl birîndar bûn.
EFRîN- Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wî ji gundên Efrînê yên dagirkirine vê êvarê bi dehan top û çekên doçkayê avêtin gundê Soxinekê yê navçeya Şêrawayê topbaran kirin.
Ji ber topbaran 4 sivîl birîndar bûn. Birîndar li nuqteyên tenduristiyê yên navçeyê hatin veguhestin.
Topbaran didome.